Headline

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ Featured

06 Mar 2014
31 times

Cejna Êzî ya ku kevneşopiya ola Êzî ye, di serî de li Rêber APO yê ku bi perspektîfên xwe yê demê ronî da me, li hemu gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin. Bi rastiya berxwedaniya Şengalê ya ku em sala sêyemîn jiyan dikin, di bingeha desteftiyên ku me bi saya perspektîfên Rêber APO û qehremantiya şehîdên nemir bi destxist û bi bilindkirina têkoşînê em soza bidestxistina Şengalek azad û xweser didin.

Yek ji çandên herî dîrokî û kevnar ya Êzdatî, bi hezar salan li hemberî her cûre êrişan hebûn, çand, bîr û baweriya xwe parast û xwe gihand heya roja me ya îro. Her tim bi êriş û qirqirinên dijwar yên hêzên tarî yê ku bi destê hêzên hegomon hatin afirandin, hat xwestin ku ev çanda pîroz ya ku koka mirovahiyê temsîl dike bê tunekirin. Li hemberî hemu qirkirin û êrişên hovane yê ku di sala 2014’e jî xwe da nîşandan, di serî de bi destê jinên ku afirînerê vê çanda pîroz û kevnar e, bi sekna gelê xwedî bîr û bawerî, berxwedanî û têkoşînên bilind hatin pêşxistin. Bi fermana 74’emîn ya ku hat jiyîn jî, di şexsê jinê yê ku temsîla vê çanda pîroz e, hat xwestin ku ev çand bê tunekirin. Sedemê dîl girtin, qetilkirin û di bazaran de firotina jinê bi heman armancê hat jiyankirin.  Bi vê rengê, ev fermana 2014’e ya ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi armanca tûnekirina gelê me yê Êzidî hat pêşxistin, bi dengê jin û gelên xwedî bi rûmet vala hat derxistin. Jinên Êzidî yê ku ev çanda kevnar ya pîroz bi keda xwe ya bi hezar salan gihandiye heya roja me ya îro; bi hêza parastina xwe ya cewherî ya YJŞ’ê, îro xwe gihandiye asta parazvantiya vê pîrozahiyê.

Li ser vê bingehê em wek jinên Êzidî yên xwedî hêza parastina hemu nirx û çanda Êzdatî, careke din cejna Êzî li tevahî gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin û bi heviya pêşerojên azad heya bidestxistina xwerî û azadiya axa Êzidxanê soza bilindkirina têkoşînê dubare dikin. Bi vê armancê banga me ji hemu gelên xwedî çanda pîroz ev e ku; di serî de jinên Êzidî, hemu kesên xwedî bîr û baweriya vê çanda kevnar xwe di parastina vê çandê de berpirsiyar bibînin û ji bo azadiya civaka Êzidxanê li derdorê fikr û ramanê Rêber APO yê ku azadiya jinê bingeh digre kombibin û birêxistin bibin.

FERMANDARIYA YJŞ’Ê

15.12.2017

 

Last modified on %PM, %19 %911 %2017 %20:%Dec
Rate this item
(0 votes)
Super User

Curabitur ultrices commodo magna, ac semper risus molestie vestibulum. Aenean commodo nibh non dui adipiscing rhoncus.

Website: www.themewinter.com

Leave a comment

Make sure you enter all the required information, indicated by an asterisk (*). HTML code is not allowed.

NewsLine is a full functional magazine news for Entertainment, Sports, Food website. Here you can get the latest news from the whole world quickly.

Photo Gallery