Headline

Dİ RASTİYA KURD DE DAYİKNİŞTİMAN Featured

Modernîteya kapîtalîst li Anatolya û Mezopotamya Jor, li Tirkiyê û beşê mezin ê Kurdistanê mekanîzma sêling a distanê pêk aniye û bi vê, civaka ji rêûresmê ya Tirk-Tirkmen di nava wê de bi tevahî kiriye mêtingeh û helandiye, rastiya Kurd jî di astên cûrbicûr de parçe kiriye û xistiye hedefa xwe ji bo hebûna wê tine bike.

Modernîteya kapîtalîst li Anatolya û Mezopotamya Jor, li Tirkiyê û beşê mezin ê Kurdistanê mekanîzma sêling a distanê pêk aniye û bi vê, civaka ji rêûresmê ya Tirk-Tirkmen di nava wê de bi tevahî kiriye mêtingeh û helandiye, rastiya Kurd jî di astên cûrbicûr de parçe kiriye û xistiye hedefa xwe ji bo hebûna wê tine bike. Min hewl da, ez bi awayekî pêşnûme pêşkêş bikim ka di rastiya çandên li derveyî Kurdan de çi qewimiye, lewma ez ê dubare nekim. Lê ji ber têkiliya wê ya xurt bi rastiya Kurd re dubare be jî ez ê timûtim bi girîngî şîrove bikim. Eger mirov rastiya Kurd ji çend aliyan û şaxan ve şîrove bike, ji bo hêsankirin û hînkirinê gelekî di cih de ye. Em dema ku bi tevahî alî û şaxên wê binirxînin, em ê bibînin ku hemû kirine tiştên parçekirî, helandî û kirine ku ew êdî ne ew bin (bi sedema qirkirinê) û tevî vê rewşê di nava hemû parçeyan de wekheviyek heye û divê mirov vê bi girîngî li ber çavan bigire.

Bi awayekî dîrokî, ji Proto Kurdan heta bi Kurdên hemdem hertim rastiyeke dayikniştiman ji bo Kurdan hebû. Di dema Sumeran de Kurtiye, di dema Lûwiyan Kurdiwana (welatê Kurdan) û di dema Helenan de têgîna Kardokya hatiye bikaranîn. Ev têgîn hemû ji yek kokê zêde bûne û bi demê re veguherîne û herî dawî jî siltanên Selçûqiyan ji dema serweriya xwe ya li Îranê û pêve (ji sedsala 11. P.Z.) bi awayekî fermî Kurdistan bi kar anîne. Di dema Împaratoriya Osmanî de têgîna Kurdistanê di nava sedan fermanî de ango di nava fermanên siltan de timûtim hatiye bikaranîn. Di dema damezrandina Komarê de M. Kemal bi xwe gelek caran têgîna Kurdistanê bi devkî û nivîskî bi kar aniye û parlementerên pêşî yên herêmê çûn Parlementa Tirkiyê xwe weke ‘Mebûsên Kurdistanê’ dane naskirin. Ji komploya Tirkê Spî ya sala 1925’an û pêve, her cure mîrate û navlêkirinên têkildarî Kurd, Kurdistan û Kurdîtiyê bi carekê bi rêbazên dehşetwarî hatin qedexekirin û xwestin bikin ku ew êdî ne diyarde bin.

Ev darbeya li dijî têgîna Kurdistanê gelek armancên xwe hene. Ya pêşî, Tirkên Spî (Em ji van re dikarin burokrasiya ciwan a bûrjûwaziya Tirk jî bibêjin, lê bi şertê ku li rêveberiya wê ya kakil sermayeya Cihû bê zêdekirin) bi rêbazên Ingilîz û Fransiyan Kurdistan ji nû ve kirin çar parçe û parçeyê herî mezin ji xwe re veqetandin û bi her tiştê di navê de Tirk hesibandin û xistin pêvajoya qirkirinê. Ev, li dijî cografya Kurdistanê darbeyeke komplowarî ye. Di sala 1925’an de bi Plana Islahkirina Şerqê xwestin rastiya Kurd bi temamî ji dîrokê rakin û welatê Kurdan ‘bi hikmê tine’ hesibandine.

Têgînên welat, dayikniştiman di serdema netewebûnê de girîng bûne. Dayikniştiman weke têgîneke sosyolojîk, cografyayeke bi sedsalan li ser çand hatiye afirandin, bazar hatiye çêkirin, serwextbûneke dem û dewranan pêk hatiye û weke demografîk li ser cihûwarbûnê îfade dike. Kapîtalîst hewcedarî bazarê ne, lê ji vê girîngtir, ji bo gel û neteweyan ku ew afirênerên rastî yên çanda civakî ne, welat ew mekanê jiyanê ye, bêyî wî nabe. Welat bi tenê ne ew cografya ye ku li ser çand pêk tê û hilberîna maddî ya jiyana civakî çêdibe, ew xanî û dergûşa jiyana civakî ye ku têde ruh û dîroka wê pêk tê. Mirov jê mehrûm û bêpar bimîne (weke ruh û têgîn), ji bêruhmayîn û bêxanîmayînê xirabtir e. Yê civakê bêxanî û bêruh bihêle, dikare wê bê çanda maddî û manewî jî bihêle. Jixwe bûyerên bi vî rengî di bin navê Plana Islahkirina Şerqê de bi awayekî hovane pêk anîne. Di çarçoveya komployê de isyanên li ser zemînê provokasyonê pêk hatine, kirine bahane û kevir li ser kevir nehiştine û hewl dane ku gotineke bi tenê jî der barê rastiya Kurd û Kurdistanê de neyê bikaranîn. Hêmanê xwerû yê damezrînerê Komarê, gelê di dîrokê de belkî cara pêşî bi navê xwe bûye xwedî welat, hatiye ber jidestdana wesfê gelekî xwediyê welatê xwe bi xwe.

Di ti serdema dîrokê de nehatiye dîtin ku îdeolojiyekê û dînekî welatek bi vî awayî tine hesibandibe. Di zêhn û biryara pirraniya civaka Tirk de nêzîkatiyeke bi vî rengî tineye. Mirov dikare mînakên pratîka diyardeya Tirkê Spî heman wextî di serî de Elmanya, Îtalya û Japonya li cem gelek neteweyên (neteweya dewletdar, neteweya bi destê dewletê hatiye afirandin, dewleta bi destê neteweperestî û milliyetgiriyê hatine pêkanîn) gav avêtine modernîteya kapîtalîst bibîne. Lê ji ber ku kadroyên burokratîk ên Îttîhad û Teraqîgir ên dixwestin ji neteweperestiya Tirk dewletê çêkin di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de tevî Elmanan şer kiribûn millîtarîzm û milliyetgiriya Elman a li mişara wê gihiştibûn esas digirtin, ne bi tenê cêwî yan jî weke neteweperestên Nazî bûn, ji hêmanên wê yên damezrîner bûn. Hîtler li xwe mikur hatiye ku dema wî xwe li qirkirina Cihûyan rakişandiye, wî ji ceribandina qirkirina Ermeniyan a Hukûmeta Îttîhad û Teraqiyê îlham girtiye.

Bêwelatmayîna Kurdan bi van du ceribandinên dîrokî re ji nêz ve têkiliya xwe heye. Herweha divê mirov bandora demeke îdeolojiya pozîtîvîst derket asta herî jor jî li vê zêde bike. Zanistperestiya pozîtîvîst diyardeyên civakî jî bi pîvanên zanistên fizîk û biyolojiyê dinirxandin. Tirkperestên Spî yên di bin bandora vê îdeolojiya dogmatîk laîk de bûn, kengî diyardeyek bi qanûnan tine dihesibandin, bawer dikirin ku ew diyarde êdî hukmê xwe û rastiya xwe namîne. Bi vî aliyê xwe, ji dogmatîkên serdema navîn bêhtir dogmatîk bûn. Têgîna Tirkiyê di van salan de pêk hatibû. Ji ber pirraniya şêniyên Tirk û pêkhatina wan a dîrokî, ev têgîneke şaş nebû. Lê bi darê zorê û qanûnan berfirehkirina sînorên vê têgînê bi awayekî ku Kurdistanê jî bigire nava xwe, bi rastiyên dîrokî re li hev nedikir. Modernîteya neteweperest a Tirk, bi awayekî, mîna dînekî nû ava bike, wisa ji xwe bawer dikirin ku her diyarde û têgîna qebûl nakin jêre bibêjin “tine bibe” wê tine bibe. Bêguman di vê yekê de millîtarîzma kujer bi rola sereke radibû.

Ji bo Kurdistan ji Kurdan re nebe welat, isyanên Kurdan bi awayekî bêrehm pelixandin. Li şûna gelekî beşdarî damezrandina Komarê bûyî, hinek kesên bê welat û hov mabûn. Navê wan qedexe bû. Jixwe dema li çiyê li ser berfê meşiyabûn dengê ‘kart kurt’ derxistibûn û navê xwe ji wir girtibûn; bê zar û ziman bûn, lewma diviyabû bi her awayî bêne pelixandin û tinekirin. Hêza hegemonîk a kapîtalîst Ingilîstan hevkarê herî nêz ê vê polîtîkayê bû. Qet dengê xwe dernexist û di binî re destek da vê polîtîkayê. Jixwe ji ber vê sedemê li ser petrolên Mûsil û Kerkûkê rûniştibû. Nêzîkbûna li Franseyê, qebûlkirina têgihiştina huqûq û neteweyê laîk, têrê dikir ku çavên xwe li van kirinên li derveyî mirovahiyê bigire. Elmanya jixwe endamê damezrîner bû. Li gorî sosyalîzma pêkhatî ya Rûsyayê, kirinên Tirkperestiyê li Kurdistanê serketina pêşverûtiyê li dijî paşverûtiyê bû. Komara Mahabadê ya Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê jî bûbû qurbana heman polîtîkayan. Hêzên modernîst ên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe yên rojane welatê hezar salan ê gelekî bi carekê feda dikirin, tine dihesibandin û ji vê jî fikar nedikirin. Ev piştrast bûbû.

Rastiya Başûrê Kurdistanê di encama hesabên şerê sar de hatiye amadekirin. Gelê Kurd ê bi fizîkî be jî hebûna xwe diparêze, ji bo nikaribe bîr bibe û hukim li çarenûsa xwe bike bi vî awayî pêşî lê digirin û bi armanca qereqola pêşî ya sîstemê rabe Kurdistaneke piçûk timî yedek hiştin. Ji ber ku vê carê berjewendiyên wan ev ferz dikir. Çawa ku gelên Helen û Ermen ên welatên xwe yên dîrokî ji dest dan û di berdêlê de weke deynekî diyet mehkûmî parçeyekî piçûk ê welêt kirin, diyardeya jêre Kurdistana Iraqê tê gotin jî bi heman awayî derket holê. Dema sedsala 20’an bi dawî bû, belkî jî di dîrokê de welatê pêşî û yê herî kevin hema hema hatibû tinekirin. Modernîteya kapîtalîst civakekê bêwelat bihesibîne, ev ji bo wê civakê tê wê maneyê ku nîv bi nîv rastî û hebûna xwe ji dest daye. Piştî ku welat tine hat hesibandin, ji bo civak li ser piyan bimîne, çanda maddî û manewî ya heyîna xwe dewam bike, hewcedarî mûcîzeyan e. Ev dişibe rewşa mirovekî di valatiyê de avjeniyê bike yan jî bimeşe. Yan tu yê bibe masî bilîzî yan jî tu yê bibî çivîk bifirî.

Yek ji gunehên herî mezin ên modernîteya kapîtalîst li beramberî diyardeya welat kirî ew e, têgihiştina hişk û naguhere ya sînorên tek netewe ye, û ev bi sextekarî weke têgîneke herî pîroz xistiye piyaseyê. Li ser têgihiştina sînor a dewleta netewe weke kult û îbadetekê radiwestin qaşo dixwazin nîşan bidin ka çawa welat diparêze. Sînorên wê bi xwe, sînorên milkiyeteke herî berfirehkirî û giştîkirî ne. Sînorê herî pêşdebirî yê milkiyetê ye; qonaxa herî dawî ya dîroka milkiyeta bi çîtkirina dora erdekî destpêkirî ye. Sînoran wisa hişk û asê dikin, qaşo ji bo bihostek wê jî dikarin şer bikin. Şer dikin, lê ne ji bo gel, ne ji bo berjewendiyên netewe, ji bo potansiyela kara herî zêde ya di nava xwe de dihewîne. Sînorên dewleta netewe çiqasî hatibin şidandin û asêkirin, derfet û îmkanên kara herî zêde jî ewqasî hatine amadekirin.

Bêguman sînorên welat ên gel û neteweyan hene. Lê pêkhatin û bergiriya van sînoran bi temamî ji zêhniyeta dewleta netewe cuda ne. Sînorên welat ên gel û neteweyan xetek e ku bi milkiyetê hişk nebûye, berevajî li ser bi cîranan re parvekirin û hevkartiyeke gurûgeş, senteza çandan a piştgirî, dostanî û pêkhatinên civaka jor dibe. Herî zêde li van qadan pirr netewebûn û çandbûn pêk tên. Ev qad xelekên afirîner in ku şaristanî û çandeke jortir lê dimeye. Ne qadên pevçûn an jî şer in, qadên aştî û biratiyê ne. Sînorên di dîrokê de ji karûbarên bi vî rengî re bûne dergeh, di dema modernîteya kapîtalîst de bûne xetên herî zêde li ser wan dijmintî û şer qewimîne, mayîn hatine danîn, têlên rêsayî lê hatine badan û dîwarên mirov nikare ji wan derbas bibe, hatine lêkirin. Veguherandine dîwarên girtîgeha ku gel û netewe têde têne hiştin. Gel û neteweyên di nava wan sînoran de têne hiştin, bergiriya wan nayê kirin, ew kirine qefesa hesinî, ew kirine girtî, ew kirine eskerê bi darê zorê, ew kirine bêkar û ew kirine karkerên heqdesta wan kêm. Rêûresm û çandên etnîsîte, gel û neteweyên li derveyî neteweya serdest a fermî dixin ber çerxa asîmîlasyon û qirkirinê. Di rastiya sînorê dewleta netewe bi xwe de berjewendiyên bêsînor ên yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê veşartî ne.

Rastiya Kurd a ji dayikniştiman hatiye qutkirin, rastiyek e ku birîndar e, diperpite. Gel û neteweyek li dayikniştimana xwe xwedî dernekeve, ev tê wê maneyê ku dev ji dîrok û çanda xwe berdaye. Di encamê de dev ji netewebûnê û jiyana bi awayekî civakî berdide. Mirov nikare rastiya civaka Kurd bê welat bide naskirin, ji ber ku ew bê welat nikare hebûna xwe dewam bike, paşê şik têde nîne ku wê ji hev de bikeve û tesfiye bibe.

Herçiqasî rastiyeke welat a mêtingeh û qirkirinê hebe jî hebûna Kurdistanê înkar nabe. Heta ferdê dawî yê ji wan kesan ku bixwazin bi awayekî azad, girêdayî û hêjayî dîroka wê û rastiya wê ya civakê li ser erdên wê bimînin, hebe, hebûna wê wê dewam bike. Ne bi tenê welatê Kurdan, wê bibe welatekî hevpar ê Ermenî, Suryanî, Tirkmen, Ereb û her ferd û çanda bi awayekî demokratîk, azad û wekhev parve dike. Nebûna dewleta netewe wê nebe bêşensî wê bibe şens. Vê carê, wê nebe welatê bajarvaniyeke biçîn a nû ku dijminê ekolojiyê ye, û nebe yê dewletdariya netewe, li Rojhilata Navîn wê bibe welatê şeveqa modernîteya demokratîk lê biavêje û bibe dergûşa wê ya têde mezin bibe.

Rate this item
(0 votes)
Super User

Curabitur ultrices commodo magna, ac semper risus molestie vestibulum. Aenean commodo nibh non dui adipiscing rhoncus.

Website: www.themewinter.com
More in this category: CIVAKA XWEZAYÎ »

Leave a comment

Make sure you enter all the required information, indicated by an asterisk (*). HTML code is not allowed.

NewsLine is a full functional magazine news for Entertainment, Sports, Food website. Here you can get the latest news from the whole world quickly.

Photo Gallery