Headline

Şervanên YJŞ’ê: Kes nikare Rêbertî ji me qut bike Featured

19 Feb 2014
37 times

Şervanên YJŞ’yê yên li Şengalê li ser tecrîda giran a Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kirin û gotin ku wê xeyalê Rêbertiya xwe yê têkildarî Şengalê pêk bînin.

Şervanên YJŞ’yê yên li Şengalê li ser tecrîda giran a Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kirin û gotin ku wê xeyalê Rêbertiya xwe yê têkildarî Şengalê pêk bînin. 

Ji şervanên YJŞ’yê yên li Şengalê Evîndar Ezîdxan û Şîlan Berwarî li hember tecrîda giran a li ser Rêberê gelê Kurd, Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşandan û gotin ku wê xeyalê Rêbertiya xwe yê têkildarî Şengalê pêk bînin.

‘Em hewldana bêdengkirina Rêbertî qebûl nakin’

Evîndar Ezîdxan: “Li ser Rêbertî tecrîdeke giran heye. Em bi xwe vî tiştî qebûl nakin. Dixwazin Rêbertî ji me dûr bixwin. Dijmin difikire ku eger Rêbertî ji me dûr bixe, wê di ruhî de jî, ji me dûr bixe. Lê bila xeyalên cuda nekin. Ew çiqas bixwazin ji me dûr bixin em ê zêdetir di ruh de bi hev re bin. Çiqas bixwazin dengê wî, fikra wî ji me qut bikin jî, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin. Em ê zêdetir hewl bidin fikra Rêbertî biherîkînîn jiyanê. Dijmin çiqas planên qirêj bimeşîne jî nikare felsefeya Rêbertî ji nav gel qut bike. Ji ber ku Rêbertî gelek tişt ji bo vî gelî kiriye.

Heta yek mirova/ê Kurd jî hebe dijmin nikare felsefeya Rêbertî tune bike. Ji ber ku koka wê felsefeyê qewîme. Wek jinên Êzîdî em hewldanên dijmin ên bêdengkirina Rêbertî qebûl nakin. Ji bo wê dê têkoşîna me di her milî de were pêşxistin.  Bangawaziya min ji bo tevahî mirovên azadîxwaz ew e, rabin ser xwe û xwedî li Rêbertî derkevin, tecrîdê bi ti şêwazî qebûl nekin. Em bî vî şêwazî dikarin tecrîdê vala derxin. Ji ber ku Rêbertî gelek tişt ji bo vî gelî kiriye. Dijmin çi jî bike em ê Rêber Apo azad bikin û em ê pêre bi hev re bijîn. Em ê bi îdîaya xwe ya bilind gav bi gav xeyalê Rêbertî li Şengalê pêk bînîn. Ji ber ku xeyalê Rêbertî ji bo Şengal pir mezin e. Em ê di şopa Rêbertî de YBŞ-YJŞ mezin bikin.”

‘Felsefeya Rêbertî li giştî Rojhilata Navîn pêl bi pêl belav dibe’

Şîlan Berwarî: “Niha tecrîdeke giran li ser Rêbertî heye. Lê li hember vê; felsefeya Rêbertî pêl bi pêl di Rojhilata Navîn de belav dibe. Ev jî tecrîdê pûç dike. Parêznameyên Rêbertî, fikrên wî gel rêxistin dike û gel bi moral hewl dide li pey vî fikrî biçe. Gel li hember tecrîda li ser Rêbertî li Bakur, Şengal, Rojava, Başûr bi çalakiyan û mezinkirina rêxistinê di nav têkoşînê de ye. Ji bo em tecrîdê bi temamî pûç bikin, divê em di her milî de xwe xurt bikin.

Niha li Şengalê em bi fikra Rêbertî xwe pêş dixin. Em têkoşîneke bi fikra Rêbertî pêş dixin. Ev jî ji bo me moralek mezin e. Ji bo jiyanek hîn bi wate were avakirin, pêwîst e hîn zêdetir çalakî werin pêşxistin. Dijmin bila vê zanibe çiqas tecrîd giran bibe gelê me hîn zêdetir çalakiyan pêş bixe û wê dijmin têk biçe.”

 

Rate this item
(0 votes)
Super User

Curabitur ultrices commodo magna, ac semper risus molestie vestibulum. Aenean commodo nibh non dui adipiscing rhoncus.

Website: www.themewinter.com

Leave a comment

Make sure you enter all the required information, indicated by an asterisk (*). HTML code is not allowed.

NewsLine is a full functional magazine news for Entertainment, Sports, Food website. Here you can get the latest news from the whole world quickly.

Photo Gallery